Hûn aştiyeke çawa dixwazin? 2025-02-10 09:05:27    Derya Ren - Gulîstan Gulmuş   AMED - Jinên di "Mîtînga Azadiyê" ya Amedê de hatin gel hev ji bo pirsa "Aştiyeke çawa" bersiva "Aştiyeke bi rumet" dan.   Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, xebatên xwe yên li bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya "Hevdîtinên aştiya civakî û azadiyê" didomîne. Yek ji van bernameyan jî "Mîtînga Azadiyê" ya 8’ê Sibatê de li navçeya Yenîşehîr a Amedê li Qada Îstasyonê pêk hat bû.   Me ji jinên tevli mîtîngê bû pirsa "Hûn aştiyeke çawa dixwazin" pirsî. Di mîtînga ku wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rojnamegerên hatine qetilkirin û her wiha dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" derketin pêş de, jinan wiha got: “Bila ne Tirk ne Kurd bila tu kes nemire û her kes li ser vê axê bi zimanê xwe bi çanda xwe bijîn." Jinan diyar kirin ku ev daxwazên wan jî bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêkane. Jinan diyar kirin ku divê Abdullah Ocalan demildest bê berdan û bikeve nava gel.