Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket 2025-02-10 10:05:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 269’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çav li Ocalan in” derket.    Hejmara 269’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çav li Ocalan in” derket. Rojnameyê vê hefteyê bal kişand ser peyama ku li bendê ye Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di rojên pêş de bi raya giştî re parve bike.    Rojnameyê di surmanşetê de cih da nivîsa nivîskar Kurdistan Lezgiyeva ya bi sernavê “Sibat edî ne çarenûsa tarîtiyê ye.” Rojnameyê di rûpelê yekemîn de her wiha cih da nivîsa Sorgul Şêxo ya bi sernavê “Heca Kurdên Rojava: Bendava Tişrîne.” Di nivîsê de Sorgul Şêxo balê dikişîne ser berxwedana gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tişrînê.