Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê 2025-02-10 13:15:56       NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talabanî dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê.    Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di dawiya hefteya pêş de biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê. Hat zanîn ku dê şande bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û rayedarên din re hevdîtinan bike.