Berxwedana Tişrîn û Qereqozaxê tê çi wateyê? 2025-02-14 09:06:18       Derya Ren   RIHA - Rojnameger Rojbîn Denîz, êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha berxwedana li Tişrîn û Qereqozaxê tê dayîn nirxand. Rojbîn Denîz got dewletên hegemon bi destê cîhadîsan dixwazin li Rojhilata Navîn pergalek nû ava bikin û got berxwedana li Tişrîn û Qereqozaxê tê dayîn wê qedera Sûriyeyê diyar bike.   Piştî ketina rejîma Baas'ê ya li Sûriyeyê hêzên emperyal hîn bêtir bûn xwedî gotin û Tirkiyeyê jî ji vê fêde girt û bi komên paramîlîter ên girêdayî wê dest bi êrîşan kirin. Li hember Tişrîn û Qereqozaxê êrîş hîn bêtir giran bûn. Nobeta gel a li dijî êrîşan ji 8’ê Çileyê de ye li bendava Tişrînê didome.   Rojnameger Rojbîn Denîz der barê berxwedana tê dayîn, êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hikûmeta demkî ya li Şamê hatiye avakirin, ji JINNEWS’ê re axivî.    Pergala li Rojhilata Navîn hat avakirin   Rojbîn Denîz diyar kir ku li Rojhilata Navîn serdestan di sedsala dawî de pergalek ava kirine û got: “Xwe bi mantixa netew dewletê ava kir. Netew dewletên di nav de welatên ereb, Tirkiye û Îran jî heye hat avakirin. Dewletên serdest û hêzên hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe  pergal ava kirin. Vê rê li ber krîzê mezin vekir. Krîzên li Rojhilata Navîn didomin. Li dijî vê serhildanên gel hene.   ‘Dixwazin serhildanan biçewisînin’    Rojbîn Denîz wiha anî ziman: “Hêzên serdest dixwazin serhildanan biçewisînin. Bandora îslama siyasî di vê de heye. Ya ku hêzên serdest li Rojhilata Navîn bi kar tînin îslama siyasî ye. Êrîşê serhildanên gel kirin. Di Bihara Ereban de wek xwest negihiştin armanca xwe. Rejîma Esad 53 sal bû desthilat bû. Ev 13 sal bû li Sûriyeyê kaos hebû. Hêzên serdest ev çete afirandin û xwestin xwe ji nû ve ava bikin.”   Pêşxistina Îslama siyasî   Rojbîn Denîz da zanîn ku serdest dixwaze pergalên nû biafirînin û got: “Nîqaşên li ser vê pergala nû ya ku dê bê avakirin berdewam dikin. Helbet hilweşandina dewletan ne hêsan e, bi destwerdanan vê yekê dikin. Hin destwerdan di encama serhildanên gel de, hin destwerdan jî bi destê hêzên emperyal pêk hatin. Hêzên emperyal feraseta Îslama siyasî pêş xistin. Helbet di serdema Muawiyeyê de bingeha pêvajoya Îslama siyasî di dîroka Îslamê de hatiye avêtin. Li aliyê din, me şahidî kir ku mezhebên ku ji bo xizmeta gel hatine avakirin, di sed salên dawî de çawa hatine guhertin û gel çawa bi kar tînin. Bi bikaranîna mezheban di vî alî de Îslama siyasî hîn kûrtir bû.”   Avabûna komên cîhadîst   Rojbîn Denîz diyar kir ku di salên dawî de El-Qaîde hatiye afirandin û bi destê wê mudaxaleyên Rojhilata Navîn dikin. Rojbîn Denîz wiha anî ziman: “Herî dawî DAIŞ hat afirandin. Ev li ser heman îdeolojiyê tên meşandin. Helbet tevgera Îxfan heye ku Îslama siyasî qebûl dike. Û ev yek bandoreke mezin li siyaseta Erdogan û Tirkiyeyê ya navxweyî û derve dike. Li aliyê din li Îranê Hizbullah û Hamas hene, ew jî Îslama siyasî qebûl dikin û hêzên bi destê hêzên emperyal hatine afirandin. Li Sûriyeyê pêşî ji aliyê El Nûsra û piştre jî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hewl hat dayîn. Hin komên ku niha girêdayî Tirkiyeyê ne û di nava HTŞ'ê de jî xwedî heman îdeolojiyê ne, her çend bi navên cuda derdikevin pêş jî. Jin, gelê Kurd, gelên demokratîk û baweriyên cuda yên li Sûriyeyê li dijî van komên çete li ber xwe dan, bûn hedef. Li Kobanê, Şengal, Mûsil, Kerkûk û gelek deverên din êrîş pêk hatin.”   Rojbîn Denîz got DAIŞ li sê cîhan têk çûye û wiha dirêjî dayê: “Li Kobanê, Minbic û Reqayê têk çû. Ne tenê DAIŞ di heman demê de zîhniyeta ku hewl didan ava bikin şikiya. Jinan pêşengiya vê berxwedanê kirin. Ji ber vê jî girîngiya wan deran mezin e.”   Dîroka destpêkirina êrîşa HTŞ’ê   Rojbîn Denîz da zanîn hinek dîrok ne tesaduf in û ev tişt bi lêv kir: “Desthilatdarî tu car hema wisa ji ber xwe dîrokan tercîh nakin. Dîroka tercîh dikin watedar e. Mînak 27’ê Mijdarê dîroka damezrandina PKK’ê ye. Ji ber vê HTŞ’ê li Sûriyeyê êrîş dan destpêkirin û ev di 27’ê Mijdara 2024’an de pêk hat. Ev ne tesaduf e.”   Rojbîn Denîz diyar kir ku tiştên ku li Îdlîbê kirine dixwazin li Şamê bikin û wiha vegot: “Dewletên din jî li hember hikûmeta Şamê ya demkî hatiye avakirin eleqdar in.Trafîka dîplomasiyek mezin tê meşandin. Di demên dawî de komên çeteyan kom kirin û konferans kirin. Colanî kirin serokê Sûriyeyê. Bi hilweşîna rejîma Baas'ê re dîsa pergalek wek rejîmê ava kirin. Tu rewabûna wê tune ye.”   ‘Di Rojhilata Navîn de girîngiya Sûriyeyê mezin e’   Rojbîn Denîz daxuyakirin ku hikûmeta hatiye avakirin herî zêde li ser jinan zextan dike û ev tişt bi lêv kir: “Li Şamê ji bo jinan reklamên çarşefan tên çêkirin. Ji bo jin xwe bigirin xebat tên kirin û gel kolan bi kolan digere û bang li jinan dike ku xwe bigirin. Belê, niha bi vî awayî tê kirin, lê dema fermî bikin wê bi zextên zêdetir hewl bidin. Me mînaka vê ya herî mezin li Afganîstanê dît. Em dibînin ku di medyaya dijîtal de jî polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Bang li jinan tê kirin ku li malê bimînin, xwe veşêrin û nexebitin. Sûriye ne wek welatên din e. Sûriye li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin e. Sîstema ku li Sûriyeyê were pêşxistin wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn jî bike.”   Rojbîn Denîz bal kişand ser helwesta jinan a li dijî HTŞ’ê û wiha vegot: “Di 13 salên dawî de pergalek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Bi paradîgmaya azadîxwaz a jinê ekolojîk û demorkatîk Rêveberiya Xweser hat avakirin. Di vê pergalê de Kurd, Sunnî, Ereb, Xiristiyan hene. Ji bo jinan jî destkeftiyek mezin e. Jinan ji mafan re pêşengî kirin.”   Berxwedana Tişrîn û Qereqozaxê   Rojbîn Denîz got niha li Sûriyeyê du xet derdikevin pêş û wiha dawî lê anî: “Berxwedana ku gel nîşan dide gelekî girîng e. Mînak berxwedana Tişrîn û Qereqozaxê niha di gelek qadan de roleke diyarker dilîze. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşan helwesta xwe ya îdeolojîk nîşan dide. Berxwedana li wir bang li hemû gelên Sûriyeyê dike. Îro di nava wê berxwedanê de rojnameger, dayik, ciwan û hemû beşên civakê hene. Berxwedana li wir wê qedera Sûriyeyê diyar bike. Li herêmê rastiyek derket holê. Rojnameger ji bo şopandina vê heqîqetê di rê de dimeşin, hemû astengî û heta mirinê jî didin ber xwe. Hewldanên heval Nazim û Cîhan ên ji bo ronîkirina rastiyan li wir jî bû sedema avakirina tiştên mezin. Îro jî ev rastî li her derê tê îfadekirin. Li aliyê din hevalê me yê rojnameger Aziz Koyluoglu kedeke mezin daye û ruhekî ji bo îfadekirina heqîqetê afirandiye. Hikûmet ji bo ku rastî dernekevin herî zêde êrîşî çapemeniyê dikin. Em şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza ku em ê bibin xwediyê mîrateya wan em didin. Ez ê pênûs, kamera û ramanên wan ên ku heqîqetê îfade dikin mîras bigirim.”