Li Mexmûrê komplo bi meşek girseyî hat şermezarkirin 2025-02-15 14:03:22         NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Mexmûrê komploya navneteweyî bi meşekî girseyî şermezar kirin û gotin: "Em ê wan rojên ku reş dane nivîsandin vegerînin rojên aştî û azadiyê.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de di encama komployek navnetewî de hat girtin û 26 sal in di bin tecrîdeke girankirî de li Îmraliyê tê ragirtin. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) komploya navnetewî ya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi meşekî girseyî şermezarkirin.   Meşê bi kombûna çalakvanên greva birçîbûn û tevahî şêniyên Wargeha Mexmûrê ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîndan destpêkir heta ber avahiya NY domand. Di meşê de dowîza bi nivîsa "Bi şerê gelê şoreşgerî komplo têkdiçe azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger dibe", al û posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike" hatin berzkirin. Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY, daxuyaniyek ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak ve hat dayîn.   'Em ê bi ciwantî bi ser kevin'   Fîlîz Bûdak di destpêka axaftinên xwe komploya 15’ê Sibatê û hemû hêzên komploger bi tûndî şermezar kir û wiha peyîvî: “Ji Şêx Seîdê Pîran bigire heta digihe şehîdên pêngava ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ hemû şehîdên azadiya Kurdistanê ku di oxira azadiya mirovahiyê û gerdûnî de canê xwe fedadikin, em bi rêz û minet bi bîrtînin. Em berxwedêr, filozof û zanyarê sedsalê Rêberê gelên bindest, rêhevalê jinan, Rêberê ciwanan yê ku dibêje, ‘Me bi ciwantî destpêkir û em ê bi ciwantî ser bi kevin’ Rêber Apo silav dikin.    Em îro ji bo ku bêjin hêzên komploger ne tenê sedsalekê, dused sal din jî komployên xwe dûbare bibe, dîroka ku we bi qirêjiya xwe daye nivîsandin, em ê kêlî bi kêlî bi bedelên giran, bi têkoşînekî birûmet em ê wan rojên ku reş dane nivîsandin vegerînin rojên aştî û azadiyê. Ji ber wê ye ku li hemberî hemû hêzên komploger Rêber Apo dibêje emê roja reş vegerînin rojên azadiyê, eve ferqa Rêbertiya me.   Dîroka ku we reş nivîsandiye ku hûn dibêjin dîrok ji xwe dubarekirinê pêktê, Rêbertî dibêje na, dîrok zindiye û kêlî bi kêlî diherike ji ber wê hemû roj dikarin carek din li cewherên xwe vegere. Îro cardin bi pêngava ku Rêbertiya me avêtî re em wê kêliyê jiyan dikin. Ji ber wê ye ku hemû rojên dîrokê yên di komkujiyan de dewlet û hemû hêzên dagirker dîsan van rojan dihilbijêrin. Rêbertî jî li beranberî wan dibêje, rojên ku we reş kiriye ezê bixim ronahî, azadî û serkeftinê. Ji ber wê ye ku em îro di roja 15’ê Sibatê de hewil didin ku vegerînin roja mizgîniyê û roja ku em bi Rêbertiya xwe re azad jiyan bikine.”   Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên "Kesek nikare roja me tarî bike", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin Jiyan Azadî", "Ciwan fedayê Rêber Apo ne" bi dawî bû.