Şaredariya Peyasê bernameya 8'ê Adarê eşkere kir 2025-02-22 10:16:24     AMED - Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê bi dirûşma “Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin!” bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amade kiribû aşkera kir.   Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê, bi dirûşma “Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin!”  bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkera kir. Li gor çarçecoya bername hatiye amade kirin, wê 10 rojan bigire û di vî 10 rojan de çalakiyên mîna civînên jinan, hatina ba hev, piştevanî û her ji van cihêtir wê pêk bê.    Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê daxuyaniya ku dan ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî wiha ye: “Bi dirûşma ‘Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin!’ me 3 meh berê dest xebatên amadekariya 8'ê Adarê kiribûn û gav avêtibûn. Divê em jin li qadan hîn bêhtir dengê xwe bilkind û berz bikin. Ji ber vê di çarçoveya bernameya ku me amade kiriye, em hemû jinan vedixwînin kombûnên xwe yên hevgirtinê û em bi hev re hevgirtinê mezin bikin!”   Bername wiha ye:   22.02.2025 Seat: 13:00'an Li Gundê Serap Guzelî Civîna li gel jinan 25.02.2025 Seat: 14.30'an Jin Sûka Keda Jinan Tên Ba Hev 26.02.2025 Seat: 13:00'an Jin li 500 Ewlerê Tên Ba Hev  26.02.2025 Seat: 15:00'an Jin li Navenda Jiyanê ya Jinan Dicivin (Li Atolyeya Rewşenê-Barış Bilgi Evi) 27.02.2025 Seat: 13:00'an Jin li Atolyeya Hunerê Dicivin 28.02.2025 Seat: 13:00'an Li Atolyeya Hunerê bi dirûşma “Em hene, Em Piştgiriyê Didin Hev!” Dicivin 03.03.2025 Seat: 14:00'an Li Atolyeyên Tekstîlê Civîna Piştevaniyê (Taxa Peyasê) 03.03.2025 Seat: 14:00'an Li Atolyeyên Tekstîlê Civîna Piştevaniyê (Taxa Huzurevleriyê)