Çalakiyên 8'ê Adarê li Peyasê bi Coşeke mezin didomin! 2025-02-26 10:42:48     AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Bazara Keda Jinan bi kombûna Jinan re Şahiya 8'ê Adarê li dar xistin. Bi kombûna Jinan re ked, hevgirtin û hêza jinan li hev civandin û piştre bi coşeke mezin govend gerandin.   Bernameya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê diyar kiribû, bi coşeke mezin berdewam dike. Li gor bernameyê li Bazara Keda Jinan bi kombûna Jinan re şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, saziyên Jinan û gelek hemwelatiyên Jin beşdarî bernameyê bûn.   Şahiya ku li Bazara keda Jinan pêk hat, Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar axaftinek kir û da diyar kirin ku bi hevgirtin û kombûna jinan li gel hev dibe hêz û ev hêz bingeha têkoşîna jinan xûrttir dike.   Çalakiya di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Bazara Keda Jinan pêk hat, piştî axaftinan bi guhdarîkirina muzîkeke bi coş domand û bi govend gerandinê re jî bi dawî bû.    Em bi hev re hevgirtinê mezin dikin!   Bi boneya bernameya çalakiyên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê, Hevşaredar Cengîz Dundar serdana Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan kir û piştgiriya xwe ji bo xebata wan diyar kir.   Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar li gor çarçeveya bernameya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan çû Serdana Pirtûkxaneya Berhemên Jinan, xebatên wan raçav kir û da diyar kirin ku girîngiya polîtîka û projeyên ku wê pêşiya hilberîna jinan veke, çi hewce bike dê gavan bavêje, bibe alîkar û wiha domand: “Bi têkoşîna Jinan li tevahî jiyanê bi destkeftiyên mezin berdewam dike. Ji bo keda Jinan û hilberîna wan derkeve holê, em wek şaredarî çi pêwîst be dê pêk bînin.”   Piştî dan û stendinên bi xebatkarên Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan, di deftera rûmetê ya Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan de hestên xwe nivîsand û anî ziman.