Meclisa Jinên Sûriyeyê: Em encamên ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ napejirînin 2025-02-26 11:06:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinên Sûriyeyê ragihand ku ew “Encamên kongreya ku biryarên wê li ser esasê zîhniyeta dûrxistin, înkar û nepejirandinê ne, qebûl nakin.”    Meclisa Jinên Sûriyeyê der barê ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ de ku duh li Şamê hate lidarxistin, daxuyaniyek da û metirsiya xwe ya der barê dubarebûna senaryoya rejîma hilweşiyayî de anî ziman.   Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha diyar kir: "Em wek Meclisa Jinên Sûriyeyê hemû tiştên ku di encama konreya ku xebatên wê bi zîhniyeta dûrxistin, înkar û nepejirandinê pêk tên, red dikin.   Em jinên Sûriyeyê, me têkoşîn kir ji bo ku Sûriyeyê bi pêş de bibin û di hembêza wê de bi rûmet bijîn. Em ê nebin amûrek ji bo rewakirina rewşa Sûriyeyê ya nebaş. Ev kongre berî li dar bikeve, mirî bû, gelê Sûriyeyê û bi taybet jinên Sûriyeyê dê qebûl nekin careke din kirasê zilmê li xwe bikin.”