Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin 2025-02-26 11:09:39     STENBOL - Ji jinên pêşeng ên têkoşîna sosyalîst Sevîm Bellî dê sibe li Goristana Ferîkoyê bê definkirin.    Ji jinên pêşeng ên têkoşîna sosyalîst nivîskar û wergêr Sevîm Bellî di 24’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da. Bernameya torena definkirina cenazeyê Sevîm Bellî diyar bû. Cenazeyê Sevîm Bellî dê sibe saet di 13.15’ê de piştî nimêjê li Mizgefta Şîşliyê bê hilgirtin û li Goristana Ferîkoyê li rex gora hevjînê wê Mîhrî Bellî bê definkirin.