Meclîsa Jinan a KESK'ê bernameya 8'ê Adarê eşkere kir 2025-02-26 15:13:00     ENQERE - Meclisa Jinan a KESK'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernameyên xwe yên çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de peyama "Em daxwaza xwe ya azadiyê mezin dikin" hat dayin.    Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li navenda xwe daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku salnameya çalakiya 8'ê Adarê wê di 1'ê Adarê de dest pê bike. KESK'ê li salona ku daxuyanî hat dayîn pankarta "Li dijî mêtingeriya kapîtalîst di nava sînorên serdestiya mêr de em têkoşîna ked û azadiyê mezin bikin" hat daliqandin.   Di daxuyaniya ku endamên Meclîsa Jinan û Hevseroka KESK'ê Ayfer Koçak amade bûn de, metna çapemeniyê ji aliyê Sekretera Jinê ya KESK'ê Done Gevher ve hat xwendin. Done Gevher diyar kir ku zêdebûna polîtîkayên tundiya li ser jinê, bêcezakirina kujerên jinan, guhertinên di polîtîkayên nifûsê û xebatê de ku bi hikûmeta AKP'ê re sala 2025'an weke 'Sala Malbatê' îlan kir, armanc dike ku jin xizmeta malê, malbatê û mêran bike û wiha got: " Em karekî ewledar û cihên kar ên ewle dixwazin, ne karekî neewle. Em bi bîr tînin ku xwedîderketina li zarokan erka dê û bavan e, ne ya jinê ye û pêwîst e li her taxê kreşeke bi zimanê dayikê ya azad were vekirin. Em israra xwe ya ji bo avakirina Wezareta Jinê dubare dikin. Em ji sala 2025'an re dibêjin 'Sala Jinê' ne Sala Malbatê."   Di 1'ê Adarê de li Nisêbînê zincîra aştiya jinê    Done Gevher da zanîn ku daxwaza jinan ew e ku 8'ê Adarê ji bo hemû jinan bibe betlaneya giştî û diyar kir ku çalakiyên 8'ê Adarê ku wê di 1'ê Adarê de dest pê bikin, wê bi avakirina zincîra aştiyê ya jinan li Nisêbînê dest pê bikin.   Bernameya 8'ê Adarê ya KESK'ê wiha ye:   * Di çarê adarê de, roja sêşemê bi beşdariya hemû endaman panelek bi navê 'Sala Malbatê' tê lidarxistin.   * Di navbera 3-7'ê Adarê de dê li kargehan hevpeyvîn û panelên li ser xebatên lênêrînê, xebata hêsan û bê ewle û mobîngê bên lidarxistin.   * Di 5'ê Adarê de dê ji girtiyên jin re qertên hevgirtinê bên şandin.   * Li bajarên ku grev lê hene, di rojên ku jinên KESK’ê diyar dikin de dê serdanên piştevaniyê bi jinên kedkar re bên kirin.   * Çalakiyên hevgirtinê bi endamên jin ên bi KHK'yî re dê di saziyên herêmî de bên lidarxistin.