'Rêya Aştiyê ji rakirina barîkatan derbas dibe' 2025-02-26 15:42:13     MÊRSÎN -  daxuyaniya di çalakiya nobedê ya li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Akdenîzê hat dayîn de ev peyam hat dayîn: "Li vî welatî rêya wekhevî û aştiyê ji rakirina barîkatan derbas dibe."     Çalakiya nobedê ya li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Navçeya Akdenîz a Mêrsînê hatibû destpêkirin, dewam dike. Di çalakiya nobetê ya li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî de pankarta bi nivîsa "Rejîma Qeyûm darbeya li vîna gel e" hate vekirin. Girseyê gelek caran bê navber dirûşmên "Qeyûm darbe ye, ji darbeyê re na" û "Ji qeyûman re na, ji îradeyê re rêzgirtin" berz kirin.   Hevserokê Navçeya Akdenîzê yê DEM Partiyê Nîzar Esen di çalakiya nobetê de axivî û diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên qeyûman û desteserkirin parastina aştiyê bidomînin. Nizar Esen got, "Em ê têkoşîna xwe ya ji bo xurtkirina şert û mercên demokratîk ên li vî welatî bidomînin û di şert û mercên wekhev de siyasetê bikin. Daxwaza me bi israr aştî, demokrasî, welatîbûna wekhev e. Rêya aştiyê ne bi barîkatan, ne jî bi qeyûman vedibe. Ev qeyûm û barîkat sedema bingehîn a newekheviya li welat in."   Dê nelirêtiyên AKP'ê werin parvekirin    Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî wiha got: “Li ser arastekirina qeyûm, der heqê hevşaredarên me de bi rêya çapemeniya alîgir derewên nelirêtî û bêusûliyan hatin parvekirin. Heke li nelirêtiyan bigerin, bila li serdemên berê binêrin. Dê bibînin ka nelirêtî û bêusûlî çawa hatiye kirin. Xebatên me yên di vê mijarê de didomin. Di rojên pêş de em ê bi gel re parve bikin bê ka AKP’ê di nava 5 salan de çi nelirêtî kiriye. Em ê qeyûm û zîhniyeta wan careke din teşhîr bikin.”