Rojbîn Bor ya TJA’yî hat binçavkirin 2025-02-26 17:32:10   WAN – Rojbîn Bor ya TJA’yî, ji ber hinceta di protestokirinên qeyûman de axiviye hat binçavkirin.   Endama Tevgera jinên Azad (TJA) Rojbîn ku di çalakiya protestokirina qeyûmê tayînê şaredariya bajarê Mezin a Wanê bibû de axivî, bi hinceta axaftin kiriye gazî îfadeyê kirin. Rojbîn Bor ku ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Emniyeta Wanê, bi sûcdariya ‘gel tehrîkê kîn û dijminahiyê kiriye’ hat binçavkirin.   Tê payîn ku Rojbîn Bor sibê sewqê dozgeriyê bikin.