AMNESTY: Divê Şerîfe Mihemedî were berdan 2025-02-28 12:16:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) bi daxuyaniyekê bang li Îranê kir ku cezayê darvekirinê yê ji bo Şerîfe Mihemedî xirab bike û bê azadkirin.   Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî de daxuyaniyek belav kir.   AMNSTY’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew carek din banga hilweşandina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî dikin û divê demek ji ya din zûtir were berdan.   Hêjayî gotinê ye ku çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecih e. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya li dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirabkirin. Herî dawî di 13’ê Sibatê de carek din cezayê darvekirinê li ser girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.