Li Amedê panela 'Di zindanan de jin' 2025-03-05 15:30:35   AMED - MED TUHAD-FED û TUAY-DERê bi boneya 8'ê Adarê panelek li dar xistin û bal kişandin ser rewşa jinên Kurd ên li girtîgehan.   Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Amedê (TUAY-DER) di çarçoveya rasthatina 8'ê Adarê de bi sernavê “Di zindanan de jin” li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bi beşdariya gelek jinan panel li dar xist. Fahriye Ceylan a ku 32 salan di girtîgehê de maye, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel û endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Adîle Salman wek axêver tev li panele bûn.   Axaftina destpêkê Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekîn kir û destnîşan kir ku li girtîgehan rewşa tecrîdê, zext, pêkutî, binpêkirinên mafan û îşkenceyê berdewam dike. Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ew vê bangê silav dikin û heta hetayê piştgiriyê didinê.   Piştre axêvera panele Fahriye Ceylan axivî û diyar kir ku ew 8ê Adarê li hemû jinên Kurd ên li zindanan û li derve û li tevahiya jinên cîhanê pîroz dike û bal kişand ser rewş û mercên girtîgehan.   Piştre jî axêver Çaglar Demîrel û Adîle Salman axivîn û destpêkê 8'ê Adarê li jinan pîroz kirin û bal kişandin ser rewşa jinên Kurd ên li girtîgehan û binpêkirinên mafan.   Piştre panelê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.