Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin 2025-03-05 17:56:37   STENBOL - Nivîskarên Kurd Ronayî Onen, Mevlut Aykoç û Samî Tan hatin binçavkirin.    Nivîskarên Kurd, Ronayî Onen,  Mevlut Aykoç, Samî Tan îro di danê sibehê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Mevlut Aykoç li Stenbolê, Samî Tan li Rihayê û Ronayî Onen jî li Amedê hate binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.