ROJEVA 6'Ê ADARA 2025'AN 2025-03-06 09:00:31     *Aktîvîsta Jin a Elewî Çîlem Kuçukkeleş da zanîn ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan riya nû nîşan dide û di mijara aştiyê de jinên Elewî xwedî tecrubeyên mezinin û berpirsin ku van tecrubeyên xwe ragîhinin. BI DÎMEN   *Li Okyanusyayê jin bi sedsalane li dijî binpêkirin û newekheviya zayendî têdikoşin. Li Yenî Zelandayê jinên Maorî mafên perwerde, aborî û siyasetê diparêzin. Jinên di şopa berxwedana ku Te Puea Herangî  pêşengiya wê kir de, dimeşin têkoşîna xwe dibin sedsala 21’ê. DOSYA   *Fadîk Yazar ku di temenê biçûk de tundiya mêr ku bavê wê li dayika wê dikir, nas kir, li dijî vê tundiyê bi xwişka xwe re bû xwedî hişmendiya zayendî. Fadîk Yazar bi lêv kir ku zîhniyeta serdest a mêr pirsgirêka mêr e û ev pirsgirêkek pergalê ye. Fadîk Yazar anî ziman ku hêvî û baweriya wê ya bi pêşerojê têkoşîna wê xurt kiriye. DOSYA-BI DÎMEN   *Fermandara YPJ’ê Avînor Dêrik der barê şoreşa Rojava, 8’ê Adarê û artêşbûna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir û got: “Rêber Apo dibêje ‘Tenê rojek diyariyê ji bo jinan tê wateya înkara ked û berxwedana jinê’. Ji ber vê jî em ê ne tenê rojekê hemû rojan diyarî jinan bikin û ji bo vê têbikoşin.” BI DÎMEN   *Sekretera Giştî ya BASTA Franzîska Stîer  got teoriya aştiyê ya Abdullah Ocalan ji bêdengkirina çekan hîn zêdetire û daxuyakirin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, bi armanca vakirina projeyekê divê bi hemû aliyên demokratîk re nîqaş bên meşandin. BI DÎMEN   * Li gorî daneyên ajansa me di meha Sibatê de 15 jin û 2 zarok hatin kuştin û mirina 18 jin û zarokek jî bi guman e. ÇETELEYA TUNDIYÊ    * "Bi hezaran çîrok û serpêhatiyên bi têkoşînê tacîdar bûne li rêwitiya penaberiyê de hate nivîsîn. Dema qala Wargeha Mexmûrê tê kirin di hizir û bîra microvan de têkoşîna jinê zindî dibe." JI PÊNÛSA JINAN