Xebatên ‘Bi hevgirtina jinan xurt dibin’ 2025-03-07 09:13:52   AMED - Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan yên Şaredariya Peyasê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî, ji hilbijartinê heta roja îroyîn xebatên xwe bi kurtevideoyekê girtin dest û wek raportekê ji raya giştî re ragihandin.    Piştî ku bi îradeya gel hatin ser rêveberiya Şaredariya Peyasê û di çarçoveya 'Gotina Me Neqediya, Em ê Bi Hev Re Tundiyê Bisekinînin' de xebatên li ser jinan, bi tevlêbûna Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar re xwe xebatên heta roja îroyîn tev lê bûne û kirine, bi kurtevideoyekê girtin dest û wek raportekê ji raya giştî re ragihandin.    Di kurtevideoyê de xebatên di her qada jiyanê de ked û hilberînên jinan tê de heye û ji bo bê dîtinê bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em xurt dibin “ diyar dikin û radigihînin. Bi peyama hevgirtina jinan re 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî pîroz dikin ûxebatên xwe bênavber bidomînin, didin.