Bernameya 8’ê Adarê ya li Rojava 2025-03-07 15:34:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê sibê li bajarên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şam û Helebê şahiyên girseyî werin lidarxistin.   Sibe 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Bi vê minasebetê dê li herêmên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" şahiyên girêseyî werin lidarxistin.   Komîteyên amadekar ên pîrozahiyan, xemilandina qadên pîrozbahiyan bi reng û dirûşmên 8’ê Adarê didomînin.   Bernameyên pîrozbahiyan wiha ne:   Hesekê   Cih: Stada Beledî ya taxa Xiwêran   Saet: 11.00   Bajarên ku dê tev lê bibin: Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Til Birak, Hol.   Qamişlo   Cih: Qada Newroz a li taxa Hîmo   Saet: 11.00   Bajarên ku dê tev lê bibin: Qamişlo, Til Hemîs, Til Koçer, Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê, Girkê Legê.   Reqa   Cih: Stada Beledî   Saet:10.00   Şam   Cih: Otela Qeyser Palas (Hola Katrîna)   Saet: 11.00   Şahî ji aliyê Saziya Sûriyeyê ya Şaristanî û Kongra Star ve tê organîzekirin.