Kovara Jinê derket 2025-03-09 10:07:39         NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Li dijî qirkirina jinan em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin” derket.    Hejmara 106’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Li dijî qirkirina jinan em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin” derket. Di hejmara nû ya kovarê de li ser berxwedana jinan a di sala 2025’an û pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê sekinî.    Nivîsên di hejmara nû de ev in:    * Şoreşa jinê û xetereyên dijşoreşê / Hîra Ahlat   * Ji Başûrê Kurdistanê nihêrtina 8’ê Adarê / Dîlan Bebleşîn   * 8’ê Adaran û bihêzbûna jinan / Nejla Kurul   * Ku mirov jineke kedkar a tenduristiyê be / Yildiz Ok Orak   * Li pey Fatma Altinmakasê / Meryem Agar   Ji bo xwendina nivîsan hûn dikarin bitikînin