Li Amedê jinek hate qetilkirin 2025-03-09 10:59:47     AMED - Li Amedê di êrîşa çekdarî ya li Strabucksê de jinek hate qetilkirin.   Li navçeya Rezan a Amedê kesekî ku hîna nasnameya wî nehatiye diyarkirin, êrîşa çekdarî li Şaxa Strabucks pêk anî.   Di êrîşa duh bi şev hatî kirin de Merve Nur Yararlik hate qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn.   Hat hînbûn ku ji bo girtina kiryarê ku piştî êrîşê ji cihê bûyerê reviyaye lêpirsîn hat destpêkirin.