Ji MKG’ê pîrozbahiya 8’ê Adarê 2025-03-11 19:13:41   AMED - Rojnamegerêjin di şahidya ku MKG’ê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de pêk anî, 8’ê Adarê pîroz kir.   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de  li Komeleya Çanda Dîcle Firatê şahî pêk anîn. Gelek rojnameger tevli şahiyê bûn.   Rojnamegeran di şahiyê de govend gerandin. Piştî govendê Seroka MKG’ê Roza Metîna axaftinek kurt kir. Roza Metîna da zanîn ku rojnamegerên jin tevî hemû zor û zehmetiyan xebatên xwe didomînin û wiha got: “Me xwest em li vê derê carek din diyar  bikin ku rol û mîsyona çapemeniyê çiqas girînge.  Em pêvajoyek wisa de ne ku rolek girîng dikeve ser milê rojnamegerên jin. Rojnamegerên jin tevî zor û zehmetiyan têdikoşin. Em rojnamegerên jin carek din li virin û têliya xwe wê xurt bikin.”   Roza Metîna piştî axaftin helbest xwend.    Şahî bi govenda hat gerandin bidawî bû.