'Birêz Ocalan gav avêt dor a îqîtîdarê ye' 2025-03-12 09:03:01   WAN - Dayîkên Aştiyê yên beşdarî "Civînên Gel ên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" bûn gotin, "Axa ji zarokên me têr bû" û bang li hikûmetê kirin ku ji bo  banga Rêberê Gelê Kurd gavan biavêje.    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de bi heyeta Îmraliyê re hevdîtina xwe ya sêyemîn pêk anî û "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kiribû.  Banga Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê bandorek mezin kir. Li gel ku bandora bangê dewam dike, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi lidarxistina "Civînên Gel ên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" ku peyama Abdullah Ocalan bigihîne civakê dest bi xebatan kir.     Dayîkên Aştiyê yên ku beşdarî "Civînên Gel ên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" bûn ji mîkrofona me re axivîn.   'Birêz Ocalan ji bo aştiyê hewl da'   Basîde Elmas, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gavek avêtiye û diyar kir ku dewlet vê daxwaza aştiyê qebûl nake û got, "Li gel ku  Devlet Bahçelî berî bi demeke kurt dikir ku ew aştiyê dixwaze, niha jî dîsa şer dixwaze. Birêz Abdullah Ocalan her tim ji bo aştiyê têdikoşe. Em li benda gavên ku birêz Abdullah Öcalan biavêje ne. Tirk çiqasî bêjin em bi we re aşitiyê nakin jî em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin. Divê kes nebêje em aştiyê naxwazin. Bixwazin jî nexwazin dê aştî pêk were."   'Birêz Ocalan em rakirin ser piyan'   Besîde Elmas, xwest ku êdî kuştin çêneb û wiha berdewam kir: “Ev dinya besî me hemûyan e. Em mafê xwe, zimanê xwe dixwazin.  Em jî dixwazin weke hemû gelên cîhanê di nava yekîtiyê de bijîn. Werin em destê aştiyê dirêjî hev bikin. Divê êdî tu dayik negirîn. Em bi kuştinê tiştekî bi dest naxin. Kurdan her tim ji bo aştiyê gav avêtine. Birêz Ocalan 26 sal in li Îmraliyê li pişt çar dîwaran e. Ji bo kê ket girtîgehê?  Birêz Ocalan em rakirin ser piyan û em bi hemû cîhanê dan naskirin. Em nema gavê paşde diavêjin. Divê hem Bahçelî hem jî Erdogan destê xwe dirêjî aştiyê bikin. Bila êdî ev xwîn raweste. Em êdî kuştinê naxwazin."   Ji bo aştiyê bila herkes destê xwe dayne ser wicdanê xwe   Bese Aydogan diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mizgîniyek e û ew bi vê bangê kêfxweş bûne û got, "Eger dewlet careke din heqaret û neheqiyê li me bike û bêje 'Ez ê qereqolên xwe ava bikim' em qebûl nakin. Em dayikên dilbiêş in.  Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em naxwazin êdî dilê dayikan biêşe. Divê êdî Serkomar gavekê bavêje. Divê li hemberî kurdan neheqiyê neke. Divê destê xwe deyne ser wijdanê xwe.Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe."   'Divê dewlet gavan bavêje'   Keve Işik, anî ziman  ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû cîhanê ye û ev tişt anî ziman, “Aştî mafek e, girîng e, feydeya wê heye û zerara wê tune ye. Birêz Ocalan bangek wiha kir, êdî divê dewlet jî gavê biavêje. Divê bala xwe bide vî gelî, lê ew hîna jî dijminatiya Kurdan dikin. Kurd tu carî teslîm nabin. Em heqaretên li me tên kirin qebûl nakin. Dibêjin 'Çekan berdin', biryara agirbestê hatiye dayîn û divê li hemberî vê biryarê gavekê biavêjin. Divê ji bo Kurdan jî tiştek bê kirin."   'Ax êdî tijî zarokên me têr bûye'   Keve Işik bal kişand ku şer zirarê dide her kesî û got, “Ne tenê ji bo Kurdan. Ji bo hemû miletan û hemû dewletan zirareke mezin e. Lê aştî ji bo her kesî sûdmend e, ji ber ku mafên mirovan tê de heye. Bila mirov bi rûmet û azad bijîn. Ma ji vê xweştir çi heye? Ji mirin, girtin û heqaretan re êdî bes e. Êdî ax ji zarokên me têr bûye. Em dayik in û dilê me diêşe. Em nizanin zarokên me li ku ne, lê dîsa jî em dibêjin aştî. Em destê xwe dirêjî aştiyê dikin, ev banga me ji bo hemû mirovahiyê ye, destê ku birêz Ocalan ji bo aştiyê dirêj kiriye,  li valahiyê nehêlin. Alîkariyê bikin û nehêlin pêvajo xera bibe."