Yên gihiştin sira agir (3) 2025-03-14 09:06:26   Wê agirên hîn mezintir geş bibin!   NAVENDA NÛÇEYAN - Li xeleka jinên bûn Newroz, Ronahî û Bêrîvan jî zêde bûn û di nameya li pey xwe hiştin de wiha gotin: “Em dizanin û bawer dikin. Agirê me pêxistiye wê bibe sedema agirên hîn mezintir.” Ronahî û Bêrîvan ku xelekek nû li jinên bûn Newroz zê kir wek "Gihiştin sira agir"  hatin pênasekirin.    Newroza ku di dîroka Gelê Kurd de cihekî girîng digire, bi jinên Kurd re veguheriye wataeyek cuda. Jinên kurd agirê Newrozê ku li dijî zilmê wek meşaleya berxwedanê hatiye pêxistin, di daxwaza azadiyê de kirine esas, çanda jinên bûn Newroz ava kirine.   Ronahî (Bediye Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) ji jinên ku bûne Newroz û di dîrokê de cih girtine. Rihê serhildana di salên 90’î de li Kurdistanê pêş ketiye, li metropolên Tirkiyeyê jî hişyar bûye û tevli têkoşînê bûye. Aliyekî din jî rastiya Kurdên Ewropayê. Ronahî û Bêrîvanê di Newroza 1994’an de bi çalakiya pêk anîn li dijî jiyana modernîteya kapîtalîst sekna xwe nîşan dane. Di 22’yê Adara 1994’an de bersiv dan êrişên li hember têkoşîna Gelê Kurd a li Ewropayê pêk tên.   Ronahî û Bêrîvan di nameya ku li pey xwe hiştin de vê baş vedibêjin. Çalakiya wan bandorek mezin dike. Tevî ku tevlibûna merasîma cenazeyên wan tê astengkirin ji 50 hezarî zêdetir kes tevli merasîmê dibin.   Ji Elbîstanê ber bi Swîsreyê…   Ronahî di 1972’yan de li Elbîstan a Mereşê tê dinê. Di 1979’an de malbata wê koçî Swîsreyê dike. Ji ber malbata wê di têkoşîna azadiya kurd de bû têkoşînê nas dike û bi awayekî çalak xebatan dimeşîne, di xebatên jinan de cih digire.   Jina serhildêr..   Bêrîvan jî ji Dêrsîmê ye. Ji ber feraseta namûsê ya feodal dayika wê ji malê tê avêtin û 6 mehî didin meta wê. Vê rastiyê  di 12 salî de fêr dibe. Di temenê biçûk  de tê zewicandin û dişînin Elmanyayê. Ji ber tundiya dibîne diçe stargehê. Piştre diçe mala birayê xwe û zewaca xwe bi dawî dike. Bêrîvan têkoşîna azadiyê nas dike û tevlî têkoşînê dibe.   Ne name ye manîfestoyek ji bo gel bû   Bêrîvan û Ronahî di nameya li pey xwe hiştin de gotin; “Dewleta Elman di demên dawî de dijminahiya xwe aşkera îlan kiriye. Komeleyên me hatine girtin, reng û alên me yên netewî hatine xespkirin, bi dehan hevalên me yên welatparêz hatine girtin û binçavkirin. Elmanya li pey nîjadperestiya Tirkiyeyê diçe.(…) Em dizanin û bawer dikin ku agirê em pê dixin wê bibe sedema agirên hîn mezin. Bila beden, fikr û nêrînên me diyariya gelê Kurd û hemû mirovahiyê be.”     Pênaseya ‘Ew gihiştin sira agir’   Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan name û çalakiyên Bêrivan û Ronahî nirxand û got ew gihiştine sira agir û wiha vegot: “Bêrîvan û Ronahî, van çekên Kurdistanê nameyên watedar hiştine. Ger ku azadî evqas hêsanbûna wê Bêrîvan û Ronahî xwe neşewitandibana. Hevalan nameyên pir watedar hiştine. Nirxandinên wan gelek tije û xwedî hişmend in. Ger mirov bijîn divê wek wan bijîn. Girêdayê bîranînê hinek jî wisa ye.”