Mûşî bi agirê Newrozê germ bûn: Em bi Birêz Ocalan bawer in 2025-03-19 15:39:07     MÛŞ - Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît xîtabî gelên Mûşê yê ku li dora agirê Newrozê kom bûn kir, got, "Em li pişt pêvajoya ku birêz Ocalan pêş xistiye, disekinin û piştgiriyê didinê. Baweriya me bi Birêz Ocalan heye."   Li Mûşê bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Qada Îstasyonê bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) hate xemilandin. Welatî di saetên sibê de tevî hewaya sar û baranê li cihê pîrozbahiyê kom bûn. Di pîrozbahiya ku bi hezaran kes beşdar bûn de alên zer, sor û kesk hatin vekirin. Balkêş bû ku ciwan û jin piranî bûn. Ji qadê timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Newroz pîroz be" hatin berzkirin.    Welatiyan di bin baranê de bi saetan govend gerandin. Bername piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.   Hevşaredarê Mûşê Sirri Söylemez jî got, "Ev Newroz wê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe wesîleya demokrasî û aştiya civakî. Divê em hemû piştgirî û tevkariyê li vê pêvajoyê bikin. Werin bi biryardariya têkoşîneke rêxistinbûyî zêdetir aştiyê biqîrin."    Hevşaredar Tûba Sayilgan got, "Gelê Kurd îsal ji her demê bêhtir nêzî serketin û aştiyê ye. Ev jî bi saya têkoşîna gelê me û berxwedan û biryardariya zarokên rojê ye." Tuba Sayilgan, rojnamegerên hatin qetilkirin Musa Anter, Gurbetelî Ersoz, Cîhan Bîlgîn, Nazîm Daştan û Azîz Koylûoglû jî bi bîr anîn.    Nexşeya rê ya aştiyê   Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî got, "Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nexşerêyeke girîng e ku wê aştiya hemû gel, nijad û civakan pêk bîne. Para me wê mezinkirina têkoşîna xwe, misogerkirina rêxistinbûn û yekîtiya xwe û avakirina civaka demokratîk be."   Endama Desteya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Bêrîvan Hêlîn Işik bal kişand ser banga Ocalan û got, "Êdî dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin."    'Em bi Birêz Ocalan bawer in'   Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî got, "Em li pişt pêvajoya ku birêz Ocalan pê?xistiye, disekinin. Baweriya me ya bêdawî bi wî heye. Pêwîste nexşerêya ku birêz Ocalan derxistiye holê û banga dîrokî ya ku kiriye bigihînin her malê."    Ji binçavkirinan re bertek: Derbe ye   Gulîstan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu da û got, "Ji vê re tê gotin darbe, tinehesibandina Destûra Bingehîn. Îhmalkirina îradeya gel e. Em vê yekê tu carî qebûl nakin."    Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Bi hezaran kes qad tijî kirin û bi stranên hunermend Bêwar govend gerandin.