ROJEVA 20'Ê ADARA 2025'AN 2025-03-20 09:00:00     * Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku  ji bo jinên di Newrozê de bedena xwe dan ber agir nirxandinên kir û wek ‘yên jin kirin jiyan’ pênase kir, di alî fêmkirina geşedanên îro de perspektîfên girîng pêşkêş dike. DOSYA   * Jinên der barê Newroza Stenbolê ku wê 23’yê Adarê de li Qada Yenîkapi pêk bê axivîn û gotin: “Em ê Newrozê bi rihê azadiyê pêşwazî bikin. Em hemû gelan, jinan, ciwanan, dayikan dipên qada Newrozê. Em banga tevlibûnê li hemû kesî dikin.” BI DÎMEN   * Aktîvîstên Saziyên Ziman ên Kurd diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Em ê bi hev re xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û zimanê xwe pêş bixînin.” BI DÎMEN   * Di ser tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re mehek derbas bû û hemû projeyên hevşaredaran kiribûn jiyanê hatin betalkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin da zanîn ku çawa qeyûm hatine proeyên jinan betal kirine û got: “Siyaseta qeyûm û rejîma qeyûm wê bi têkoşîna jinan winda bike." BI DÎMEN   * Hevşaredara Gimgim a Mûşê Gulbahar Kaya der barê projeyên ku dimeşînin de axivî û got: “Ji bo îstîhdama jinan, ji bo ciwanan jî projeyên me yên çandî hene." BI DÎMEN   * Bi saetan beriya pîrozbahiya Newroza dîrokî ya sibehê wê li Amedê bê lidarxistin, Komîteya Amadekar diyar kir ku pîrozbahiya îsal wê cuda be û got, "Em Newrozê pîroz bikin û Rêberê xwe azad bikin." BI DÎMEN