Li Newroza Semsûrê dirûşmên ' azadiyê' berz bûn 2025-03-20 14:42:36       SEMSÛR - Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû di pîrozbahiya Newrozê ya ku piştî erdheja 6'ê Sibatê ya li Semsûrê cara yekemîn tevî baran û befrê jî hat pîrozkirin û bi sedan kes amade bûn, bal kişand ser binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û got, "Heta ku hûn li Kurdistanê dest ji van pêkanînan bernedin, wê ev pêkanîn li her derê belav bibin."   Piştî erdhejên 6'ê Sibatê yekemîn pîrozbahiya Newrozê li Semsûrê hat lidarxistin. Newroza ku li qada mîtîngê ya li Taxa Mizgefta Mahmût Gurbuz a li navendê bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azadiya Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" pîrozkirin, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan  (HDK) Alî Kenanoglu Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek siyastemedar amade bûn.    Newroz bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û gel bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" govend gerandin. Pîrozbahî bi silavkirina Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevserokê DEM Partiyê yê  Semsûrê Huseyîn Coşkun dest pê kir. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hat pêxistin.   Bal hat kişandin ser lihevkirina bajaran    Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû dewam kir. Alî Kenanoglû diyar kir ku di serdema hikûmeta AKP'ê de rastî derbeyeke siyasî hatin û got, "Pêvajoya darbeya siyasî ya li dijî HDP'ê di 4'ê Mijdara 2016'an de dest pê kir. Me wê rojê got ku ev darbeyeke siyasî ye. Duh jî li Saraçhaneyê bi darbeyeke din a bi vî rengî re em rû bi rû ma. Ne tenê Îmamoglû bi xwe, hevalên me yên bi wan re xebitî jî hatin binçavkirin. Dozger sûcê destûrî dike, sûcê mirovahiyê dike." Alî Kenanoglû bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de ya ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk e" û got, " Ji me re dibêjin hûn bi van bawer dibin. Lê na em bi vê îqtîdara darbekar bawer nabin. Em bi îradeya xwe bawer in û çi divê em ê bi xwe bikin."    Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî û Osman Sebrî bi bîr anî û bahsa bîranînên Abdullah Ocalan û Osman Sabrî yên bi hev re kir.    Pîrozbahî bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.