Li Gavleyê agirê Newrozê hat pêxistin 2025-03-21 11:14:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Li parkeke bajarê Gavle yê Swêdê agirê Newrozê hat pêxistin û govend hatin gerandin.   Li bajarê Gavle yê Swêdê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê destpê kir.   Di pîrozbahiya ku li Parka Boûlogner hate lidarxistin de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Jîn Hajo axivî û pêşî şehîdên Newrozê bi bîr anî.   Jîn Haco got, "Bi banga dîrokî Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re em ê têkoşîna xwe bi formeke nû bidomînin."   Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên mîna "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Rêber" û "Bijî Newroz" hatin berzkirin.   Piştî axaftinê agirê Newrozê hat pêxistin û li ber muzîkê govend hate gerandin.