Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin 2025-03-21 13:05:59   AMED - Li Amedê agirê Newrozê bi coşeke mezin hate pêxistin.    Li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Cejna Newrozê tê pîrozkirin. Bi sed hezaran kes tev li pîrozahiyê bûne û agirê Newrozê hate pêxistin. Dema agirê Newrozê hatî pêxistin, dirûşma "Bijî Serok Apo" li qadê olan da.    Coşa Newrozê derketiye lûtkeyê û hinek welatiyan cilên xwe avêtin nav agir û agirê Newrozê gur kirin.