Çigdem Kiliçgun Uçar: Divê Ocalan azad be 2025-03-21 16:21:22   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar di Newroza Amedê de axivî û got, "Pêwîstî bi qanûnên nû heye. Pêwîstî bi azadiya Birêz Ocalan heye."   Newroza Amedê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesî hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" hat lidarxistin, Grup Avna derket ser dikê.   Berdevkê Tevgera Goran Dilêr Evdilxaliq derket ser dikê û Cejna Newrozê li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û bal kişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.   ‘Bila ev Newroz bibe Newroza azadiya Ocalan’   Piştre Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekîr derket ser dikê û pîrozbahiya Newrozê li gel kir û bal kişand ser pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk. Heval Ebûbekîr destnîşan kir ku ew hêvî dikin ku ev Newroz bibe Newroza serkeftin û yekitiyê û got: “Em dibêjin bila ev Newroz bibe Newroza azadiya birêz Ocalan.”   ‘Bila bibe Newroza azadiyê’   Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî destnîşan kir ku ew Newroza Rojava, Başûr û Rojhilat pîroz dikin. Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku Newroz bi berxwedan û agirê bedena Mazlum Dogan hatiye gihîştiye roja îro. Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ew hêvî dikin ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.   Piştî axaftina Çîgdem Kiliçgun, stranbêj Rewşan Çelîker derket ser dikê û stranên ji hev xweştir got. Girseyê li ber stranan govend gerand.