Agirê Newrozê li Exeterê hate dadan 2025-03-23 10:15:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Exeterê yê Îngilistanê agirê Newrozê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve hate dadan.   Bi banga Komuna Civaka Kurd a Devonê li bajarê Exeterê Kurdan li gel dostên xwe agir dadan û Newroz pîroz kirin. Kurdistanî li kolana Sidwelê li hev kom bûn û agir dadan.   Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Berxwedana Rojava" hatin qîrîn.   Kurdistaniyan li dora êgir govend gerandin û stranên Newrozê gotin.   Kurdan flamayên Rêber Apo hildan û xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derketin.   Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê dewam kir.