Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava tê lidarxistin 2025-03-23 10:18:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Nêzî 300 delegeyan ji bo tev li Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bibin berê xwe didin hola konferansê.   Çend kêliyên din wê li hola bexçeyê Azadî ya li bajarê Qamişlo Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava dest pê bike. Nêzî 300 delegeyên ji jinên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, kesayet, hunermend, rojnamevan, rêxistin û tevgerên jinan, nûnerên jin ên ji saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, jinên ji Heleb û Şamê wê beşdar konferansê bibin.   Jinan bi cil û bergên xwe yên Kurdî berê xwe dane hola konferansê. Konfrans di bin dirûşma “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekitiya Neteweyî ya Kurd Misoger Dibe” dest bi vekirin û xebatên di nava konferansê de bê kirin.   Ev konferansa jinan a yekemîne ku li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.