Di Newroza Stenbolê de wêneyê Abdullah Ocalan bilind bû 2025-03-23 13:50:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Di Newroza Stenbolê de ku bi sed hezaran kes lê li hev kom bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd hatin hildan û dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate qîrîn.   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Stenbolê bi dirûşma 'Civaka Demokratîk a Azadiyê' cejna Newrozê pîroz dike.   Ji bo pîrozbahiya li qada Yenîkapiyê bi sed hezaran kes li hev kom bûn. Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate qîrîn û posterên Rêberê Gelê Kurd hatin hildan.