Li Japonyayê Newroz hat pîrozkirin 2025-03-23 14:35:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên wan ên li Japonyayê li Tokyoyê Newroz pîroz kir.   Kurdên li Japonyayê û dostên wan Newroz li Stadyuma Mitsuike ya li Parka Akigashi ya parêzgeha Saitama ya li bakurê Tokyoyê pîroz kir.   Di pîrozbahiyê de mûzîk û govendên kurdî hatin pêşkêşkirin û stran jî ji aliyê hunermendên Kurd ên xwecih hatin gotin. Di pîrozhiyê de her wiha  xwarinên ji çanda kurdî hatin pêşkêşkirin. Cil û bergên neteweyî û coşa pîrozbahiyê  jî bal kişandin.   Biryar bû ku Newroz 20’ê Adarê hatiba pîrozkirin, lê ji ber barîna berfê hatibû taloqkirin.