Li mamostayek jin 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn 2025-03-23 14:36:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Mamoste Kobra Taherkhanî bi îdiaya ‘heqaret li Xamneyî kiriye’ û ‘Li dijî rejîmê propaganda’ 3 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Her wiha 3 sal cezayê qedexeya derketina derveyî welat jî lê hate birîn.   Kobra Taherkhanî ku ev 26 sal e li Îranê mamostatiyê dike û di heman demê de endama Sendîkayê ye, ji aliyê 2’yemîn Dadageha Şoreşê ya Kazvîn ve mehkumî 3 sal cezayê girtîgeh hate kirin.   Li gor biryara ku di Adara 2024’an de hatî dayîn, Kobra Taherkhanî bi îdiaya ‘heqaret li Xamneyî kiriye’ 2 sal û bi îdiaya ‘li dijî rejîmê propaganda’ 1 sal cezayê girtîgehê girt.   Dadgehê hinceta cezayê daye Kobre Taherkhanî, raporên îstixbaratê yên aîdî Muhavizên Herêma Kazvîn û parvekirinên ku li ser hesabê Instagramê weke belge nîşan dan. Li gel biryarê Kobra Taherkhanî cezayê qedexeya 3 sal ya derketina derveyî welat jî lê hate birîn.