Qeyûm tayînê Şîşliyê kirin, şaredarê ÎBB’ê ji peywirê girtin 2025-03-23 17:58:25     ENQERE-Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Beylikduzuyê Mehmet Mûrat Çalik ji peywirê girt û qeyûm tayînî Şaredariya Şîşliyê kir.   Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê ku bi sûcdariya “gendeliyê” hatibû girtin, ji wezîfeyê girt.   Şaredarê Beylikduzuyê Mûrat Çalik û Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan jî ji peywirê hatin dûrxistin.Qeymeqamê Şîşliyê Cevdet Erturkmen wek qeyûm tayînî Şaredariya Şîşliyê hat kirin.