ROJEVA 25'Ê ADARA 2025'AN 2025-03-25 09:00:00     *Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya der barê 8’ê Adarê de hat parvekirin, şîrovekirina çanda jina dayik û fêmkirina wê carek din datîne holê. DOSYA   *Jinên taxa Karşiyaka ya Wanê der barê krîza aborî de axivîn û diyar kirin ku sedema vê krîzê rêveberiya welat e û wiha gotin: “Li welat krîzek mezin heye. Sedema vê dewlet dizane. Sedema krîzê Erdogan e. Sedema her tiştî hikûmet e.” DÎMEN HEYE   *Nivîskara Tunusî Zouhaour Mecherguî ku Newroza Amedê ya dîrokî şopand da zanîn ku divê demildest bersiva banga aştiyê ya Abdullah Ocalan bê dayîn û got ne şer muzakere wê aştiyê bîne. DÎMEN HEYE   *Jinên tevli Newrozên li Mîlas û Datçayê bûn, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û diyar kirin ku wê aştî ji aliyê jinan ve bê avakirin. DÎMEN HEYE