Rojnamegerên hatibûn binçavkirin hatin girtin 2025-03-25 18:36:01   STENBOL - Rojnameger Yasîn Akgul, Zeynep Kuray, Hayrî Tûnç, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun û Bulent Kiliç hatin girtin.   Rojnameger Yasîn Akgul, Zeynep Kuray, Hayrî Tûnç, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun û Bulent Kiliç ku li Stenbolê hatibûn binçavkirin ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulh ve hatin girtin. Rojnameger bi îdiaya ku li hemberî 'muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan' derketine hatin girtin.