Gelê Cizir û Efrînê gihîştin Tişrînê 2025-04-12 20:42:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê kantona Cizîrê û koçberên kantona Efrîn-Şehbayê ji bo ku tevli çalakî û berxwedana Bendava Tişrînê bibin, gihîştin bendavê.   Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û şermezarkirina êrişênTirkiyeyê û çeteyên wê çalakiya nobetê li bendavê didomîne.   Bi dehan şêniyên ji bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Til Birak, Şedadê, Hol û Hesekê û koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê ji bo ku çalakiya nobedê dewr bigirin vê sibehê berbi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.   Beriya çend kêliyan gelê Cizîrê û koçberên Efrîn û Şehbayê gihîştin Bendava Tişrînê û nobedê ji şêniyên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê ku ji 9’ê Nîsanê ve li bendavê ne, dewr bigirin