Hunermenda japonî û Dayikên Aştiyê serdana Şaredariya Peyasê kirin 2025-04-14 14:32:11       AMED - Li Şaredariya Peyasê serdanên watedar pêk hat. Hunermenda Japonî Erîka di çarçoveya serdana xwe de bi Serdar Canan re ji bo tevkariyê li aştî û hunera herêmê bike serdana Şaredariya Peyasê kir.   Di serdanê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Cengîz Dundar, rêveberên Gerînendetiya Karên Civakî û Çandî, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn. Di hevdîtinê de daxwazên hevpar hatin ziman û rola aştî, çand û hunerê di avakirina pirên di navbera civakan de hate dest nîşankirin. Hevşaredarn jî diyar kirin ku hevdîtinên bi vî rengî di warê hevpariya civakî de xwedî girîngiyeke mezin e û ji ber serdanê spasiya hunermenda Japonî Erîka û Serdar Canan kirin.   Hunermend Erîka kêfxweşiya xwe ya li Amedê anî ziman û diyar kir ku ew ê bi hunerê peyamên aştiyê bide civaka navnetewî.   'Ji bo aştiyê erka me yek e!'   Dayikên Aştiyê yên Amedê jî di çarçoveya serdana xwe de ji bo ya li herêmê tevkariyê bikin û aştiyek e mayînde pêk bînin, çûn serdana Şaredariya Peyasê.   Di serdanê de Hevşaredarên Peyasê amade bûn. Dayikên Aştiyê bi hêvî û daxwazên xwe bal kişandinin ser girîngiya aştî û aramiya civakî û diyar kirin ku ew xebatên şaredariyê ji nêz ve dişopînin. Di hevdîtina ku bi Hevşaredarên Şaredariyê re hat kirin de,diyar kirin ku ‘erka me yek e ji bo aştiyek e mayinde em tevbigerin’, nêrînên xwe anîn ziman.   Dayikên Aştiyê di dawiya serdanê de banga aştî û diyalogê li hemû beşên civakê kirin û diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin her pêngavên ji bo aştiyê tên avêtin.   Hevşaredaran jî ji ber serdana Dayikên Aştiyê kêfxweşiya xwe anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya lihevkirina li dora nirxên hevpar ên civakî û aştiyê.