Li Çemçemalê pêşangeha êşên enfaliyan 2025-04-14 16:04:34        NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Çemçemalê bi boneya salvegera enfalê, pêşangehek wêneyan ya êşên kesûkarên enfaliyan hate vekirin.   Li seranserê Başûrê Kurdistanê bi boneya 37’emîn salvegera komkujiya enfalê çalakî û merasîmên cûda tên lidarxistin.   Bivê boneyê li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê, pêşangehek wêneyan ya êşên kesûkarên enfaliyan hate vekirin. Di derbarê armanca pêşangehê de, xwediyê pêşangehê Cewher Kanî Hencîrî ji ajansa me re axivî û got; “Îro min pêşangehek livir vekiriye, herwiha min li parlamentoya Iraqê jî pêşangeke vekiriye û tevlî pêşangehek din ya li Hewlêrê jî bûme. Vekirina pêşangehek wiha ji bo kesûkarên enfaliyan girînge. Divê em hemû ji bo enfal weke jenosîd bê nasîn kar bikin da ku gelê me ji karesatên wiha dûr bikevin û carek dubare nebin.”   Enfal çiye?   Enfal ku di erebî de tê wateya ‘bahozê’ di pirtûka pîroz Qûran’ê de jî navê ayetekê ye. Her wiha Enfal navê kod yê operasyonên leşkerî ye ku ji 23’yê Sibat’ê heta 6’ê Îlona 1988’an ji aliyê rejima Baas ve li Kurdistanê pêk hatine ye. Enfal, ji aliyê General Elî Hasan El Mecîd ê xizmê serokdewletê Iraqê Sedam Huseyîn û Sekreterê Giştî yê Şaxê Bakur yê Partiya Baas a Iraqê ve hat meşandin. El Mecîd ê ku ji hêla kurdan ve wekî ‘Elî Kîmyawî’ dihat naskirin, yekem faîlê komkujiya kurdan bû.   Enfal bi fermana serokê rejîma Baasê Sedam Hisên ji aliyê Elî Hesen Mecîd ve hate kirin. Enfal bi 8 qonaxan hate meşandin. Di encama van 8 qonaxan de 182 hezar Kurd hatin qetlkirin, nêzîkî 4 hezar û 500 gund hatin valakirin.