Şahiya Biharê ya Zarokan dê bê lidarxistin 2025-04-16 11:59:16   AMED - Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo ku zarok hem kêfê bikin û hem jî di çalakiyên fizîkî û zêhnî de beşdar bibin, di navbera 19-23ê Nîsanê de dê "Şahiya Biharê ya Zarokan" li dar bixe.   Bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaxa Xizmetên Zarokan, Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî û Serokatiya Daîreya Xizmetên Kesên Astengdar û Danemir, û bi piştgiriya şaredariyên navçeyan, di navbera 19-23 Nîsanê de li seranserê bajêr dê Şahiya Biharê ya Zarokan bê lidarxistin.   Di çalakiyan de zarok dê beşdarî kodkirina robotîk, rîtim, wêne, hunera ebrû, kargeha drama û felsefeyê, sporên futbol û basketbolê, û nîşandanên anîmasyonê bibin.   Zarok, dema ku kêf dikin, dê bi çalakiyên fizîkî û zêhnî beşdarî pêşveçûna xwe bibin, û bi lîstik û xebatên kargehan dê bi dilxweşî kêfê bikin.   Pêşangeha hunerî dê bê vekirin   Her wiha, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê di navbera 19-23ê Nîsanê de pêşangehek wêneyan a ku ji berhemên boyaxa rûnî yên ku zarokan bi xebata xwe amade kirine pêk tê, dê li Galeriya Hunerê ji bo serdanan bê vekirin. Pêşangeh dê her roj di navbera saetên 13:00-17:00ê de ji bo seradanê vekirî be.   Çalakî dê 5 rojan bidomin   Roja Şemiyê 19 Nîsan li Parka Aştiyê ya Taxa Huzurevlerî; Roja Yekşemê 20 Nîsan li Burca Heft Birayan a navçeya Sûrê; Roja Duşemê 21 Nîsan li Parka Tendûrê ya Taxa Şêx Şamîl a Baxlarê; Roja Sêşemê 22 Nîsan li Qada Çîman a Taxa Ferîtkoşk a navçeya Yenîşehirê, çalakiyên sporê, parkên lîstikê yên nepixî, lîstikên aqil û zîrekiyê, çalakiya rengandina rûyan û kargehên muzîk, wêne û felsefeyê dê bên lidarxistin.   Di navbera 19-23 Nîsanê de jî, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparka navçeya Yenîşehirê; kodkirina robotîk, çêkirina lîstokan ji darê, neqşkirina li ser kevirî, rîtim, stran/kilam, wêne, hunera ebrûwî, mafên zarokan, kargehên drama û felsefeyê, çalakiyên sporê, nîşandanên anîmasyonê bi zarokan re û çalakiyên parkên lîstikê yên nepixî dê bên lidarxistin. Hemû çalakî dê di navbera saetên 14:00-17:00ê de bên kirin.   Dîsa di çarçoveya çalakiyan de di navbera 19-23ê Nîsanê de dê nîşandanên sînemayê bên lidarxistin. Li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê, di 19 Nîsanê de "Şînok", di 20 Nîsanê de "Maşa", di 21 Nîsanê de "Çewlika Dilxweş", di 22 Nîsanê de "Çîroka Lîstokan 4", di 23 Nîsanê de jî dê fîlmê "Nîko li Wî Aliyê Ronahiyên Bakur" bê nîşandan. Nîşandanên fîlman dê di saet 14:00'an de bên lidarxistin.