Li Amedê ‘şahiya zaorkan a biharê’ dest pê kir 2025-04-19 20:57:28   AMED – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê starta ‘şahiyên biharê yên zarokan’ da.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku zarok di aktîvîteyên zîhn û fîzîkî de cih bigirin starta bernameyên ‘ Şahiya Biharê ya Zarokan’ ya ku wê çar rojan bidome da.   Bername bi piştgiriya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan, Serokatiya Karên Çand û Civakî, Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Piran wê navbera 19-22’ê  Nîsanê de pêk bê. Start li Sumerpark, taxa Huzurevlerî û Navenda Kongry aÇand Amedê bi bernameyan û tevlibûna gelek zarokî pêk hat.   Zarok di bernameyan de tevli gelek bername û atolyeyan bûn.