Tevî raporan biryarên taloqkirina înfazê pêk nayên 2025-04-20 09:03:30   Pelşîn Çetinkaya   AMED - Endama Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Adîle Salman da zanîn ku divê ji bo hemû girtiyan biryara taloqkirina înfazê pêk bê û ji bo vê divê Lijneyên Şopandina Îdarî bên rakirin û ATK bi daneyên zanistî bigihêje armancê.   Pêkanînên kêfî yên li girtîgehan didomin û bi biryarên Lijneya Şopandina Îdarî girtî terkî mirinê tên kirin. Raporên ku ATK dide tên pişguhkirin û girtîgeh ji bo girtiyan dibin navendên îşkenceyê.   Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Adîle Salman der barê pêkanînên li ser girtiyan de nirxandin kir.   Daxwazên taloqkirina înfazê nayên qebûlkirin   Adîle Salman balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got daxwaza taloqkirina înfazê ya yek girtiyekî nayê qebûlkirin û got: “Em bi heyetên ATK’ê yên ji zanistê dûr re rû bi rû ne. Li girtîgehên Tîpa R yên nû hatine çêkirin biryarek wek ‘di cih de ye ku înfazê bidomîne’ ji dozgeriyê tê. Li van girtîgehan şert û mercên ku girtî bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin tuneye. Gelek girtî hewce bi refekatiyan dibîne.”   ‘Şertên giran ên jiyanê’   Adîle Salman da zanîn girtîgehên Tîpên R li gorî yên din hîn xerabtir in û wiha domand: “Li tîpên R pirsgirêkên giran tên jiyîn. Şertên li girtîgehê giran in. Girtiyên nexweş hewce bi refakatiyan dibînin. Girtiyên nexweş ji bo taloqkirina înfrazê serêldanê dikin, tên qebûlkirin lê di asta mirinê de tê qebûlkirin. Biryarên kêfî yên Lijneya Şopandina Îdarî hene. Ev mekanîzma li ser girtiyan biryarên jiyanî didin. Tahliyekirina girtiyan tên astengkirin. Girtiyên nexweş bi van biryaran nayên tahliyekirin. Ji bo vê divê Lijneyên Şopandina Îdarî bên rakirin û ATK bi daneyên zanistî bigihêje armancê.”