Pakrewangeh bi rengê biharê re xemilî 2025-04-22 09:05:47   Mîdye Miqted   HELEB - Pakrewangeha pakrewanên berxwedana taxa Şêxmeqsûd bi tena serê xwe jî çîrokek din ya bê dawî ku her bi ezelî bûnê xwe dide pênase kirin radikeve ber çavan. Pakrewangeh bi hatina biharê re jî xemilî.    Taxên berxwedêr ya bajarê Helebê îsal jî bi rengê şoreşê kirasê biharê li xwe kir, bi taybetî jî Parka 4'ê Nîsanê. Di salên borî ên şer de li vir têkoşînek mezin hat dayîn û têkoşer li wir gihêştin asta nemir bûnê. Parka 4'ê Nîsanê di demsala biharê de bi rengên cuda xemilî.    Di her quncikek taxê, şînatî û kulîlk hatin çandin. Ev yek jî carek din tax piştî ewqas rûxandinên ku ji ber şer jiyan kiribû rihê zindîbûnê di xwe de vedihewîne û di her warî de xwe zindî dike...   Pakrewangeha pakrewanên berxwedana taxa Şêxmeqsûd bi tena serê xwe jî çîrokek din ya bê dawî ku her bi ezelî bûnê xwe dide pênase kirin radikeve ber çavan. Bi hatina biharê jî pakrewangeh bi kulilkên rengîn xemilî.