Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ji çapemeniyê re girtî dewam dike 2025-04-26 13:02:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji çapemeniyê re girtî dewam dike. Dê belgeya lihevkirina di navbera hêz, partî û rêxistinên kurdistanî de were gotûbêjkirin.   Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji çapemeniyê re hate girtin.    Di konferansê de ku îro dest pê kir, zêdetirî 400 kesayetên ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê, kesayetên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê, nûnerên hêz, rêxistin û partiyên kurdî, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, rêxistinên jin û ciwanan, rewşenbîr, hunermend, serokeşîr û kesayetên Kurd ên li Şam, Heleb, Hema, El Bab û Ezazê û beşdar bûn.   Piştî vekirina konferansê ji aliyê fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî ve, berpirsê dosyaya Sûriyeyê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî axivî. Her wiha li ser navê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî axaftin hatin kirin û peyama Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî hate xwendin.   Di konferansê de dê belgeya lihevkirinê were gotûbêjkirin û erêkirin. Konferans dê bi xwendina encamnameyê bi dawî bibe.   Pêşnûmeya ku berê hatibû pêşkêşkirin, dê were xwendin, nîqaşkirin û di forma xwe ya dawîn de were pejirandin. Konferans dê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.