Ji komxebata Amedê peyama 'Ji bo aştiyê tifaq hewce dike' 2025-04-26 13:23:51     AMED - Rêxistina DEM Partiyê bi navê “Misogeriya Aştiyê, Avakirina Civakeke Demokratîk e” li Çand Amedê komxebatek li dar xist. Di komxebatê de hate destnîşankirin ku divê Gelê Kurd ji bo aştiyeke mayînde tifaqa xwe pêk bîne.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi navê “Misogeriya Aştiyê, Avakirina Civakeke Demokratîk e” li Çand Amed (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) komxebatek li dar xist. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û hevşarêdarên navçeyên Amedê di nav de gelek kes beşdarî komxebatê bûn.   Di kombeta ku bi rêzgirtinê dest pê kir de ewilî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn axivî. Dogan Hatûn bal kişand ser Konferansa Yekrêziya Kurdî ya li Rojava û jê re serkeftin xwest. Dogan Hatûn qala pêvajoya heyî kir û wiha got: “Di vê pêvajoyê de çi bikeve ser mile me divê em bikin. Divê em bi awayekî xurt bibin bersiv. Û li qadan bixebitin. Weke rêveberiyên herêmî çi kêmasiyên me hebin em rîca dikin ku ji me re bêjin. Pêşniyarên we çi hebin em biaxivin. Ez careke din serkeftinê ji konferasna li Rojava dixwazim û çi pirsgirêkên me hebin em ê wan diyar bikin û em axa xwe rizgar bikin.”   'Tifaqa Gelê kurd gelekî mûhîm e'   Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Me xwest em bi rûspî û hemû sazî û dezgehên xwe re civînekê li dar bixin û xwestin vê rêyê bi hev re bimeşînin. Bi salan e em têdikoşin û gelek bedel dan. Li ser axa me hemû nirxên me şerekî qirêj tê meşandin. Em niha aştiyekê dixwazin bila hemû kurd bibin yek. Me çawa bi vê têkoşînê xwe bi dinyayê da nasîn, meşa gelê kurd îro meşa aştiyê ye. Bi salan e şer heye lê li pey wê jî aştî heye. Mirov bi kesên pê re şer dike aştiyê dike. Divê di navbera me kurdan de tu pirsgirêk neminin ku em bibin tifaq û dest bidin hevdû û bêjin li vir in. Heke em ne bi qewet bin em nikarin vê aştiyê ava bikin. Ji ber vê Tifaqa gelê kurd gelekî mûhîm e. Ev kar kare me ye. Em ê bi hev re bimeşînin.”   'Rastiyeke me ya gel heye'   Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî qala pêvajoya heyî kir û wiha got: “Em silavên xwe pêşkeşî rêzdar Abdullah Ocalan dikin ku ev pêvajo daye destpêkirin. Birêz Abdullah Ocalan divê em li xwe bizivirin. Gelê kurd ji bo nasnameya xwe biparêze gelek li ber xwe da. Bi pergala netew dewletê gelek pirsgirêk derketin holê. Gelekî ku çand û zimanê wî hatiye qedexekirin. Rastiyeke me ya gel heye. Bi têkoşîna bi salan e hatiye dayîn ev çand û ziman hatiye parastin. Heke em bixwazin aştiyê ava bikin divê em ewilî civakeke demokratîk pêk bînin. Ji bo ku civakeke demokratîk û aştî were avakirin gelê kurd têdikoşe. Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bangek kir. Divê em vê yekê bi gelê xwe re nîqaş bikin ku pirsgirêkên civakî em ê çawa çareser bikin. Divê em jiyana birûmet û azad birêxistin bikin. Heke em civakê, pergala hiqûqê nekarin biguherînin em nikarin serbikevin. Ji ber birêz Abdullah Ocalan ev yek dît ev bang kir. Êdî avakirina civaka demokratîk dikeve li ser milê me.”   'Em ê rê nadin şerê taybet'   Parlamenter Berîtan Guneş jî diyar kir ku konferans ji bo yekitiya gelê kurd hêviyê dide û konferans silav kir. Berîtan Guneş wiha got: “Ev komxebata ku îro li vir e berdewama konferansa li Qamişloyê ye û ji bona çareserkirina pirsgirêka kurd dê xebatên xwe bimeşîne. Ji bo ku em vê yeke fêm bikin divê em banga rêzdar Abdullah Ocalan dîsa bînin ziman. Di wir de banga aştî û civaka demokratîk hebû û ji bo hemû gelan bû. Ew bang îro dîsa xwe nişan dide. Îro ew hêza çareseriyê ya dixwazin ji gelê kurd bistînin em dixwazin bidin jiyîn. Em ê rê nedin ku şerê taybet li gundan, bajar, Kurdistanê ji bo hemû civakê pirsgirêkan zêde bike. Em ê gotin û helwesta xwe ya ji bo aştiyê bikin yek. Em ê bi vê kargehê banga 27ê Sibatê misoger bikin. Heke em misoger nekin em nikarin aştiyê pêk bînin. Ew dixwazin hêviya ku li Qamişloyê mezin bûye ji bo hemû gelê Kurdistanê belav bibe. Em salên di nava aştiyê de ava bikin.”   Paşê komxebatê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.