Li girtîgehan 335 jê nexweşên giran bi giştî 412 girtiyên nexweş hene 2025-04-28 14:03:05     AMED - Komisyona Girtîgehan a ÎHD'ê bi civînek çapemeniyê hejmara girtiyên nexweş eşkere kir û diyar kir ku  divê girtiyên nexweş demildest werin berdan û mafê hêviyê pêk were.   Li gelek girtîgehên li bajarên bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê girtiyên nexweş hene. Tevî biryara DMMEyê ji girtî bi “Qanûna Înfazê û Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên Girtigehan” nayên berdan. Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) raporek nû ya derbarê girtiyên nexweş û hejmara wan de belav kir. ÎHDê li avahiya Şaxa Amedê bi civînek çapemeniyê rapor eşkere kir. Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz, endam û rêveberên ÎHDê di civînê de amade bûn.   ‘Di girtigehan de mafên girtiyan tên binpêkirin’   Beriya eşkerekirina raporê Huseyîn Kuçukbalan axivî û diyar kir ku ew ê îro hejmara girtiyên nexweş eşkere bikin û wiha got: “Desthilatdar û Wezareta Dadê hejmarek zelal nade. Lê em ê îro lîsteya girtiyên nexweş a di destê me de bi raya giştî re belav bikin. Lê em çiqasî zelel bidin jî ev hejmar li gorî ku me testpît kirin e. Hê jî di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene. Di girtigehan de mafên girtiyan tê binpêkirin.”   ‘Divê girtiyên nexweş werin berdan û mafê hêviyê pêk werê’   Huseyîn Kuçukbalaban da zanîn ku ev pêvajoya ku 27ê Sibatê hatiye destpêkirin jê gelek kêfxweş in û bi şanazî pêşwaziyê lê dikin û wiha axivî: “Ji ber şer û neçareserkirina pirsgirêka Kurd gelek êş û jan hat kişandin. Em dixwazin ev êş û jan êdî bi dawî bibe. Divê dewlet gavan biavêje. Lê dewlet hê jî tu gav neavêtiye. Berî çend rojan DEM Partî û Wezerê Dadê hevdîtin pêk anîn û gavên çawa dê werin avêtin hat nîqaşkirin. Divê dewlet di serî de girtiyên nexweş berde û demildest gav biavêje ku gel ji dewletê bawer bike. Dewlet dibêjê ‘bila PKKê çekan deyne, paşê em ê gav biavêjin’. Şertên aştiyê tune ye. Pêvajo welê nameşe. Divê dewlet gavan biavêje û şer bê rawestandin. Heta ku şer berdewam bike pirsgirêka Kurd jî nayê çareserkirin. Divê Wezîrê Dadê vê rapora me bişopîne û li gorî vê gavan biavêje. Divê girtiyên newxweş werin berdan û mafê hêviyê pêk were.”   335 jê giran 161 jin 1251 mêr bi tevahî 1412 girtiyên nexweş hene   Paşê Nuray Çevîrmen raporê xwend.   Li gorî raporê; “Berî 7ê Nîsanê 2025an li girtîgehen Kurdistan û Tirkiyeyê hejmera girtiyên hikûmdar ango ceza li wan hatiye birîn li gorî zayendî wiha ye, mêr; 330.843 jin;14.338, zarok; 1.261, tevahî; 346.442 kes in. Girtiyên ku tên darizandin li gorî zayendî, mêr; 50.494, jin; 3.374 zarok; 2.750, bi tevahî 56.618 kes in. Bi giştî hejmara girtiyên ceza li wan hatiye birîn û girtiyên necezakirî; 403.060 kes in.   Li girtîgehên Tirkiyeyê herî kêm 1412 girtiyên nexweş hene. Ji wan 161 jin û 1251 mêr in. Li gorî tespîtên li ser rewşa wan; Di vê navberê de 335 girtî hene ku em dikarin rewşa wan wekî “nexweşên giran” binav bikin. Ji wan 230 kes nikarin bi tena serê xwe bijîn û 105 kes jî pêdiviya wan bi alîkariyê heye. 188 girtî jî ji ber nexweşiyên xwe pêdiviya wan bi çavdêriya domdar heye. Ji ber ku nexweşiyên 515 girtiyan agahî ne diyar in. 2 girtiyan çi nexweşiyên wan hene nehatiye zanîn. Bi tevahî der barê 517 girtiyan de agahî nehatiye bidestxistin ku ka rewşa wan giran e an na.   Bi giştî 1412 girtiyên nexweş hene   14 Jin, 216 mêr nikarin bi tenê jiyana xwe berdewam bikin. 10 jin, 95 mêr bi alîkariya hevalên xwe dijîn. 27 jin, 161 mêr her dem pêwist e di bin kontrolê de bin. 2 jin, 36 mêr hewceye emeliyat bibin. 3 jin 18 mêr hewceye tedawî bibin. 10 jin 24 mêr hewceye were zanîn ku çi nexweşiya wan heye. 33 jin, 214 mêr hewceye rewşa wan were şopandin. 2 jin, 7 mêr astengiya wan a ortopedîk heye. 1 jin, 22 mêr astengiya wan ditînê heye. 2 mêr astengiya wan bihîstinê heye. Der barê 60 jin, 454 mêran de agahî kêm e. Ji 2 girtiyên mêr agahî tune ye. 161 jin û 1251 mêr bi tevahî 1412 girtiyên nexweş hene.”   Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHDê Yusuf Erdogan pêşnîyar û tespîtên ÎHDê yên derbarê girtîgehan de eşkere kir.   ‘Divê qanûn bên guhertin û girtî bên berdan’   Yusuf Erdogan diyar kir ku tedawiya girtiyan tê astengkirin û wiha axivî: “Dema ku girtî diçin nexweşxanayê mafê wan tê binpêkirin. Girtî bi awayekî kelemçekirî tên tedawîkirin.Girtî, heta girtiyên nexweşiya wan giran e jî, tên keleçmekirin. Dema derzî li wan tê xistin, xwîn ji wan tê girtin û hemû kontrolan de kelepçeyên li ser destê girtiyan nayên vekirin. Divê qanûna tenduristiyê ya der barê girtiyên nexweş de were guhertin. Divê demildest rewşa girtiyan were guhertin. Divê qanûnên derbarê girtiyan de bên guhertin û girtî werin berdan.”