Li Curnê Reşê Navenda Piştevaniyê ya Jinan hat vekirin 2025-04-29 15:03:25     RIHA - Ji hêla Şaredariya Curnê Reş ve Navenda Piştevaniyê ya Jinan hat vekirin.    Li Curnê Reş a Rihayê ji hêla şaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li taxa Nû Navenda Piştevaniyê ya Jinan hat vekirin. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarên Curnê Reş Garip Yeşil, hevşaredarên navçeyên Rihayê, hevaşaredara Xelfetî ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Saniye Bayram, Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêxistinên DEM Partî yên Riha û navçeyan beşdarî merasîma vekirina navendê bûn.    Navenda piştî axaftinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hat vekirin.    Jinan bi stranên Koma El-Ruha a Erbanê govend gerand û stran gotin.