Jinan bandora ramanên Abdullah Ocalan nîqaş kirin 2025-04-29 15:27:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a PYD’ê ya kantona Cizîrê bi armanca nîqaşkirina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê azadiya jinan de li Tirbespiyê civînek li dar xist.   Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Cizîrê bi armanca nirxandina ramanên Abdullah Ocalan ên der barê azadkirina jinan û bandora ramanên wî li ser rewşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, civînek ji jinên li Tirbespiyê re li dar xist. Civîn li hola PYD’ê bi amadebûna bi dehan jinan hat lidarxistin.   Piştî deqeya rêzgirtinê, rêvebera Meclisa Jinan a bajarê Qamişloyê Nesrîn Tahir axivî. Nesrîn bal kişand ser nirxandinên Abdullah Ocalan ên der bar azadiya jinan de û diyar kir ku ramanên Abdullah Ocalan bingeha avakirina civakeke azad, adilane û wekhev e.   Nesrîn Tahir da zanîn ku ku bi saya ramanên Abdullah Ocalan guhertineke bingehîn di rewşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêbû û got: "Bi saya Rêber Abdullah Ocalan jin di hemû qadan, siyasî, aborî, civakî û leşkerî de bûne çalak û xwedî bandor. Ev destkeftî hîn jî îlhamê didin jinên li herêmê ku bêtir xwe birêxistin bikin û beşdarî jiyana giştî bibin."   Di civînê de sînevîzyonek li ser ramanên Abdullah Ocalan û nirxandinên wî yên li ser jinan hat pêşandan.   Di dawiya civînê de, jinan çawaniya pratîkkirina nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê jinan de û pêşxistina rola wan di hemû qadan de nîqaş kirin.