ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2025'AN 2025-04-30 09:00:00     * Jinên karkerên çandiniyê ku bê ewle dixebitin û keda wan nayê dîtin diyar kirin ku divê keda wan bê dîtin û bila êdî li ser milê jinan nebin bar. DÎMEN HEYE    * Bexwedana Başûrê Amerîkayê ku di bin binpêkirin û mîlîterîzmê de mezin bû, di 1’ê Gulanê de wê bi dengê jinan ji nûve bilind bibe. Li Arjantînê 1’ê Gulanê wê bibe mîlada nû ya têkoşîna jinan a rêxistinkirî. DOSYA    * Hevşaredara Rêzana Amedê Leyla Ayaz da zanîn ku piştî texrîbata 8 salan a li Rezanê, di pêvajoya xebata salekê de encamên erênî girtine û dê xebatên me yên ji bo jin û ciwanan jî bidomin.  BI DÎMEN    *Kamîle Aras ku kurekî wê di nav refên HPG’ê de jiyana xwe ji dest daye, kurekî wê girtî ye û du heb zarokên wê jî surgunin, diyar kir ku ew piştgiriyê bide banga  "aştî û civaka demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Wê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan aştiyê bîne.” DÎMEN HEYE   * Jin dê di 1'ê Gulanê de li dijî polîtîkayên bi navê "Sala Malbatê", li dijî cudakariya zayendî, xizanî, zext û girtina jinan dengê xwe li qadan bilind bikin. DÎMEN HEYE   *Rojnamevan Şoxan Mîrza ku li ser Konferansa Neteweyî ya Kurd a li Qamişloyê nirxandin kir, bi bîr xist ku bi sedsalan e hewl tê dayîn ku Kurd bên tunekirin, lê di şexsê Îmraliyê de li dijî vê yekê berxwedanek mezin hatiye nîşandan û got, "Konferansa Neteweyî ya Kurd encama banga 27'ê Sibatê ye." DÎMEN HEYE